Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerîya Îsraylê akincîgeha Xezza yê girtiye ji wan kesên ku lê najîn


Leşkerîya Îsraylê biryar da ku Kerta Xezzayê "herêmeke leşkerî ye ku hatîye girtin" ji bo ku nehêle tundrêyên Cuhu têkevin herêmê.

Di daxuyanîyê de dibêje ev biryar îro (Pêncşem) hatiye sitendin bi mebesta derî li ber wan kesên ne li wir dijîn bigrin ku nikaribin têkevin vê akincîgehê.

Ev biryar hatibû sitandin, rojek piştî tundrê yên Cuhu yên li dijî plana Îsraîl ya vekeşanê derketibûn bi hêzên Îsraîlî û Felestînî yên medenî re şer kirin. Di vî şerî de Felestînîyek birîndar bûye.

Herwisa roja Çarşemê polîsên Îsraîlî jimareke bizavkarên dijî plana vekêşanê girtin ku hetibûne ser rêyên serekî seranserî Îsraylê .

Serokwezîrê Îsraîlê Arîyel Şaron peyman dide ku ew dê nehêle ew berhelistîyên dijî plana vekêşana ji Xezzeyê welatê wan li hev xe.

XS
SM
MD
LG