Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tagirên serokê nû yê Îranê îdîayên barimteyên Amêrîkî red dikin


Tagirên serokê nû yê Îranê îdîayên barimteyên Amêrîkî red dikin dema dibêjin wî rolekê serekî di girtina balyozxana Amêrîkî da hebû li sala1979.

Jimareka Amêrîkî yên berî 25 sala li Îranê rehîne û barimte kirî behsê rola serekî ya serokê nû hilbijartî yê Îranê Mehmûd Ahmedînijad dikin diwê serhatîyê de.

Li meha 11 ya sala 1979 komeleka xwêndekarên tûndrê yên Îranê êrîş kire ser balyozxana Amêrîkî li Tehran û 52 Amêrîkî bo demê 444 roja girtin.

Di hevpeyvîna de di gel rojnama Washington Times û ajansa Associated Press jimareka wan Amêrîkî dibêjin, rêzdar Ahmedinijad mirovekê zalime û wî vekolîn digel girtîyan dikir.


XS
SM
MD
LG