Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs :  Bush digel Caferî kom dibe


Di kombûnekê da li Seraya Sipî digel serokwezîrê Îraqê Îbrahîm El Caferî serok George W.Bush got gelek Îraqî hejîye ku pesna wî bête dan ku berev demokrasîyê diçit diser hindê ra ku terorîst bizavê diken vê kiryarê têk bidin.

“Heft meha piştî vegerendina serdariya welatê xwe gelê Îraqê bersîngî hêrîşkerêt otomobîlêt bombekirî û kuştinkariyê girt da bo yekemîn car di pêncî salan da helbijartinêt azad biken. Li meha çar Nîsanê cıvata niştimanî ku jinwî hatibû helbijartin hukumetek pêkîna û rêzdar El Caferî kire serok wezîr. Li vê mehê piştî danûstandina Îraqî gehiştine rêkeftinekê bo berfirehkirina komîteya darêjtina destûrê welatê xwe ku pitir Erebêt Sinnî bibine endamêt wê komîteyê da vê civaka girîng dengekê xurt hebît bo dîyar kirina paşeroja welatê xwe. Ez pesna serokwezîr Caferî hevwelatîyêt wî yêt Îraqî didim li ser karê wanê bi zehmet û wêrek.”

Serok wezîr El Caferî bi rêka tercumanekî got, gelê Îraqê dê berdewam bit li ser xebata xwe bo demokrasîyê.

“Gelek kesa digot, demokrasî qet li Îraqê cihê xwe nagirit û digot helbijartin qet li Îraqê nahêne kirin û digot qet hukumet li Îraqê nahête pêkînan herwisa digot çi destur nabin lê hertiştek dihête kirin û hemi cîhan dê van guherîna li Îraqê bînin çunkî gelê Îraqê yê rijt û micide herwisa welatêt ku harîkarîya me dikin”

Yek ji karêt hukumeta Îraqê darêjtina desturekê nû ye bo welatî ku biryare li 15y meha deh Îraqî dengdanê li ser bikin. Serok Bush got, rêka li pêş ya bi sanahî nabit.

“Kuştin û bombêt ser cadda ku em dibînin bo têkdana azadîyê li Îraqê bi rêkêt kuştinê û zêdegavîyan bê ku dujmin rêzekê li giyanê mirovan bigrin. Terorîst şerî li Îraqê dikin çunkî ew dizanin Îraqeke azad li nîveke rojhelata naverast dibîte gurzekê mezin dijî aydîyolojîya ku li ser tirsê û tepeserkirinê diçit” Serok Bush got, armanca dujminî di derêxistina me ye ji Îraqê berî ku Îraqî bişên hukumeteka demokrat damezirînin lê ew sernakevin

XS
SM
MD
LG