Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomatekî Pakistanî û yekî Behrênî ketin ber êrîşekê li Bexdayê


Dîplomatên bilind yên Pakistan û Behrên li Îraqê, ji êrîşekê rizgar bûn, çend roj piştî bi revandina nûnerê bilind yê Misrê li Îraqê.

Balyozê Pakistanê Muhammed Yunis Xan îro roja Sêşemê bê zîyan rizgar bû piştî ku nobetdarên wî kerwana wî parastin. Pakistan dibêje ew dê balyoz ji bo demeke kurt li Ammana Urdunê bihêlin.

Îro berî wê di êrîşeke din de nûnerê bilind yê Bahreynê li Bexdayê Hesen Melle El Ensarî dema ku diçû karê xwe hate birîndar kirin.

Ev êrîş qewimîn li dû revandina Îhab El Şerîf nûnerê bilind yê Misrê li Bexdayê. Karbidest dibêjin hêj ji revankaran tu agahî negihîştîye.

Li ciyekî din li Bexdayê xirabkaran êrîş kirin ser mînîbusa çar jinên ku li balafirgehê kar dikirin û ew kuştin.

Di vê navê de komeleke weqfa mellayên Sunnî, roja duşemê got ku ew dê ji Sunnîyên Îraqî daxwaz bikin ku di hilbijatinên hatî de deng bidin. Ev komele ku mizgeftên Sunnîyan li Îraqê birêve dibe, dibêje ew dê ji mellayan bixwazin ku fetwayê bidin da ku Sunnîyên ku tevlî hilbijartina berê nebûbûn bira di ya nû da deng bidin.

XS
SM
MD
LG