Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadwerên Austria-Nemsa vekolînê dikin li ser maytêkirina serokê nû hilbijartî yê Îranê di kuştina rêberekî Kurd da


Dadwerên AustriaNemsa dest bi vekolînekê kirin di raportên ku dibêjin serokê Îranê yê nû hilbijartî Mehmud Ahmedînecad, dest di kuştina rêberekî rikaber yê Kurdê Îranê li Vîyana yê sala 1989 hebû.

Îro Sêşem, peyivdarê ofîsa dadwerîyê piştrast kir ku wan dest bi vekolînê kiriye di kuştina rêberê Kurdê Îranê Ebdurehman Qasimlo. Ew sîyasetvanê dure welat, digel du hevalên xwe berî şazdeh sala li Vîyenna ketine ber teqeyê.

Berevankarekî Austuria-Nemsa yî bi navê Peter Pilz, serokê parêzyarê Îranê peywendîdar dike di wê kuştinê de li du belgename yên ji şahîdan kom kirî.

Îran vê xetabarkirinê haşa dike. Herwisa Tehran hinek îddîayên din jî mandel dike ku serok Ahmedînîjad dest hebû di girtina balyozxana Amerîkî de li Tehranê li sala 1979ê û girtina dîplomatan 444 rojên li duhev.

XS
SM
MD
LG