Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malpereke ser bi El Qaîde dibêje wan balyozê Misre kuştiye


Tîroristên peywendîdar di gel Al-Qaide li Îraqê dibêjin wan dîplomatê mezinê Mîsrê kuştîye ku heftiya borî li Bexda hatibû revandin.

Vîdyoyeka îro pêncşem hatî nîşandan zelamekî girêday xwiya dike xwe dide naskirin weka balyozê Mîsrê Îhab El-Şerîf. Ew vîdyo kuştina wî nîşan nade. Heta niha karbidestên Mîsrê çi têbînî ne dane.

Her li vî demî teqîna 2 otomobêlên bûmbe kirî li bajarokekî başûra Bexda 13 kes kûştin û li bajarê Mûsilê karbidest di bêjin di êrîşa gûlle hawinekê de li nîva barêr 3 Îraqî hatine kûştin û 40 ên dî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG