Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li London hejmara mirîya gihîşte 50


Karbidest dibêjin ku di wan teqînên bombeyên di otebos û metroya Londonê da ya roja Pêncşemê, hejmara mirîya gihîştiye 50 kesan(bi kêmî 13 zêdeyî ji hejmara do hate daxuyandin).

Berpirsyarê Polîsên Londonê Ian Blair dibêje ji nişkêva zêdebûna hejmara mirîya ji ber vê yekê bûye; karbidest mecbûr mane hin laşê mirovan di trênên pelixî de bihêlin ku lêkolînvan bi dû îşaretan bikevin ka berpirsyarên van êrşan kînin.

Karbidestên polîsan ji peyamhûneran re got ku teqîn bûye egera birîndarbûna 700 kesî.

Ji alî din ve Wezîrê karû barê hundur yê Brîtanyayê Charles Clarke dibêje karbidest îddîaya wê komela milîtan ya Misilman ku van êrîşan li xwe danîbû bi grîngî werdigrin.

Wek ku berê hate diyar kirin komeleke nenaskirî ya ku navê xwe daniye Rêxistina Veşartî ya El Qaîda li Ewrupayê demek kin piştî van bûyeran, di malpereke li ser înternetê bi zimanê Erebî van êrîşan li xwe danîbû. Birêz Clarke dibêje karbidest gelekî nêzve li vê yekê û îşaretên din dinihêrin lê belê hêj nehatiye pişterastkirin ka kê ev erîş kirine.

Wezîrê derve yê Brîtanya Jack Straw dibêje mora bi van êrîşan ve xuya dike ku ev êrîş karê El Qaîde ye.



XS
SM
MD
LG