Misir dibêje ew li bere ku endamên balyozxana xwe li Îraqê kêm bike piştî kuştina diplomatê mezinê Qahîre li Bexda.
Ev ragehandina Misrê piştî hevxemî û serxweşîya serokê Îraqê Celal Telebanî bû, jibo nunerê Misrê Ihab Şerîf yê ku hatiye kuştin.
Her îro Înê, qumandarê leşkerê Amerîkî li Îraqê got, leşkerê wî û hêzên Îraqê karî jibo parastina dîplomatên biyanî li Bexda dikin.
Bi aliyekî dî ve li nêzîkî Balad, teqînekê, serbazekî Amerîkî kuşt û sê yên dî brîndar kirin.