Karbidestêt Emirîkî li Iraqê dibêjin Marînzêt Emirîkî û serbazêt Iraqî dest bi operasyoneka dîya serekî kirye dijî xirapkaran li rojavaya Iraqê.
Leşkirê Emirîkî ragehand ku 500 Marînzêt Emirîkî û 100 serbazêt Iraqî di wê operasyonê da pişikdarin, ku roja pêncşembî dest pê kir.
Hatîye ragehandin ku pitir ji 20 xirapkarêt gumanlêkirî nizîkî Felluce hatîne girtin.