Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li seranserî Iraqê 25 kes têne kuştin


Li encama çend hêrişekêt xwekujî li seranserî Iraqê evro yekşembî bi kêmî 25 kes hatine kuştin.

Deselatdar dibêjin hêrişberekê xwekuj li bingehekê navnivîskirna leşkirî li firokexana Musena xwe peqand û bi kêmî 18 kes kuştin û nizîkî 40 kesêt dî birîndar kirn.

Li Kerkukê bi kêmî 3 kes li hêrişeka xwekujî nizîkî nexoşxaneka wî bajêrî hatine kuştin.

Li Musilê jî, 4 polîs hatine kuştin demê hêrişeka xwekujî bo ser karwanê otombîlêt rêveberekê polîsê xwecihî hate kirn.

XS
SM
MD
LG