Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Amerîkî li Îraqê 14 xirabkar kuştin


Leşkerê Amerîka dibêje hêzên wan di du êrîşên li bakura Îraqê de 14 xirabkar kuştine.

Piştî do kuştina bi kêmî 43 kesan, xirabkaran îro roja Duşemê li bakura Bexdayê êrîş birin ser nuqteke leşkerî û neh serbazên Îraqî kuştin.

Hêzên Îraqî dibêjin êrîş li bajêrokê Xelisa nêzî Bequbayê, berdestê sibê bi çekên otomatîk û topa bûne. Tê ragihandin ku xirabkar bi otomobîlê reviyane piştî şerekî kin û dijwar ku têde sê kesên sîvîl birîndar bûne.

Di vê navê de leşkerê Welatên Yekgirtî îro got, du marînên Amerîkî li şerê roja Yekşemê li bajêrokê Hitê hatine kuştin.

Di daxuyaniyeke li ser înternetê de, bi devê El Qaîde dibêje berpirsyariya wê rêxistiyê li hember xirabtirîn êrîşa roja Yekşemê werdigrin ku li nêzî navnivîsîna jibo leşkerîyê bû û bûbû egera kuştina 21 kesî li Bexdayê û li kiryarên li Kerkuk û Musil û li wîlayeta El Enbarê jî 22 kesên din hatibûne kuştin.

XS
SM
MD
LG