Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tony Blair dibêje êrîşên terorîst li heftiya buhurî wa pêdiçe ku îslamîyên tundrê kiribin


Rêzdar Blair bo parlamanê di axift lê çi dirêjtir negot li ser vekolîna berdewam ku polîs pêra dibin. Lê soz da ku li du wan kesan bigerin ku nexşekêşayn û êrîş cê bi cê kirîn. Rêzdar Blair pesna xebata polîsa û rêveberiyên tengaviyan û hewarçûnê da piştî peqînê.

Rêberê hevrik Michael Howard got ew hêvîdare ku hukumet di çend heftiyên hatî da bizavê bike bo peyda kirina kêmatiyên parastinê heke hebin di wextê wan êrîşan da.

Bi aliyekî din ve, polîs dibêjin jimara durust ya kuştiyan gihîşte 52 kesan û 700 kesên din birîndar bûne.

Şarezayên nasîna cîna dibêjin, renge çend heftîyek pê biçin heta ku qurbanî têne nasandin.

Şehirdarê London Ken Livingstone yekemîn kes bû ku navê xwe di lîsta behîdaran de nivîsî.


XS
SM
MD
LG