Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Brîtanyayê li bajêrê Leedsê dane pey terorîstan


Li demê bizava polîsên Brîtanyayê jibo girtina berpirsyarên êrîşên terorîstî li maleke bajêrê Leeds peqiyanek hate bihîstin. Jimara kuştiyên kiryarên Londonê li heftiya buhurî gihîştiye 52 yê


Berî wê peqyana li bajarê Leeds li roja Sêşemê karbidestan malên li der û dorê wê avahiyê vala kirin. Di derbarê bûyerê de tu agahî nedan û behsa tu girtinê jî ne kir. Berî wê dîsa li heman bajêrî di pênc malan de vekolîn hatibûn kirin.

Wezîrê derve yê Brîtanyayê Jack Straw li Brukselê ji Yekîtîya Ewropayê daxwaza planên li ser hevkariyeke nêzîktir kir jibo şerê li dijî terorîzmê. Wî xwest ku agahiyên telefon û yên înternetê bi riyeke hêsantir û zûtir bidin polîsan. Lê belê herwisa wî balê kişand ser vê yekê ku ew bizav, azadiyên kesan nexine tengasiye.

Di vê navê de Hêza Hewayî ya Amerîka biryara xwe ya yekser piştî teqînan vekişand ku çûna Londonê li xebatkarên xwe yên li rojhilata Înglîstanê qedexe kiribû. Ev ferman roja Înê hatibû dan ku çûna nêzî paytexta Brîtanya yê li 10 hezar xebatkarên Hêza Hewayî ya Amerîka qedexe kiribû. Ev biryar di cîda bû babet di sernivîsên di dezgehên ragihandinê yên Brîtanyayê de.

XS
SM
MD
LG