Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îsraîlê êrîşbirekî  xwe linav bazarekê  teqand: Sê kes kuştî ne û 30 jî brîndar in


Li Îsraîlê êrîşbirekî Filistînî li bajêrê Natanya yê lêva behrê xwe di bazarekê de teqand û tevî xwe du kes kuştin û nêzî 30 yên din jî birîndar kirin.

Piştî wê teqîna êvara Sêşemê Rêxistina Cîhada Îslamî berpirsîyariya wê êrîşê wergirt. Wê rêxistinê daxuyaniyek belav kir u têde dibêje êrîşker 18 salî bûye. Wî hê nû xwendina xwe ya dibistana amadeyî xelas kiriye û ji gundekî Kenara Rojavayê bûye li du gotina belavokê.

Karbidestên Filistînî ew êrîş şermezar kir û mîlîtan gunehbar kirin bi xerakirina plana vekêşana Îsraîlê ji Devera Xezze bi rêyeke aştiyane.

Çavkaniyên Filistînî dibêjin karbidestên wan di cî da hêzên tenahiyê şandine wî gundî ji bo ku endamên wê koma milîtan bigirin.


Karbidestên Îsraîlî her wisa lêkolînê dikin li ser teqîneke li meydaneke parkê li akincîgeheke Kenara Rojava. Dibêjin ev teqîna ku pê kesek birîndar bûye dibe ku têkilî teqîna li Netanyayê be.

XS
SM
MD
LG