Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bîst û pênc kes li Bexda hatin kuştin gelek ji wan zarok bûn 


Di kiryareke li rojhilata paytextê Îraqê de êrîşbirekî otomobîleke bombekirî teqand û bi xwe re bi kêmî 25 kes kuştin. Polîs dibêjin kesên hatine kuştin zarok bûn ku hêzên Amerîkî şekirok û leyistok li ser dabeş dikirin.

Di daxuyaniyeke Amerîkî de dibêje yek ji wan kuştîyan serbazekî Amerîkî bûye û wan gelek zarokên birîndar birine nexweşxaneyeke leşkerî ya Amerîkî. Şahid dibêjin ji ber perçeyên bombê, agir bi maleke nêzî ciyê teqînê ketiye.

Êrîşeke din wek vê par di meha neha da dîsa bûbû egera kuştina 35 zarokên Îraqî ku şekirok ji destê hêzên Amerîkî digirtin

Ji alî din ve hêzên Amerîkî zilamekî payegrîng girtine ku dibêjin alîkarekî rêberê El Qaîde ya Îraqê Ebu Musab El Zerqawî ye. General Richard Myers serokê stunên leşkerî dibêje Ebu Ebdil El Ezîz yek ji alîkarên serekî yê Zerqawî ye li Bexdayê.


XS
SM
MD
LG