Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi milyonan kes ji bo rêz girtina qurbanîyên li Londonê rawestîyan


Bi milyonan mirov ji her alî Brîtanya û Ewropayê ji bo rêz girtina qurbaniyên wan kiryarên terorîstî yên heftîya buhurî ji bo yek deqîqeyekê bêdeng rawestîyan.

London bixwe hema bêjin seranserî bajêr rawestiyabû û otomobîl xwe kişandibûn kêleka rê, mirov li meydanan ketibûn dorê û tevî daxwazên ji hukumetê rawestîyabûn.


Karbidest bi dû wan kes an jî kesan ketine, yên dibe ku alîkarîyê kiribin di plan kirina wan êrîşan da, ku bûn egera kuştina 52 kesan.


Polîs dibêje ew bawer dikin ku yek ji wan bergumanan rêberîyê kiriye di wan teqînan de. Di derbarê wî kesî te daxuyanîyeke wiha tê kirin, dibêjin ew kes zilamekî ku li Brîtanyayê ji dayîk bûye û bi esil ê xwe ji malbateke Pakîstanî ye û dibe ku têkilî El Qaîde be.

Her sê bergumanên din jî, kesên ku li li Brîtanyayê ji dayîk bûne û bi esil ê xwe ji malbatên Pakîstanî ne.



XS
SM
MD
LG