Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrişkerên xwekuj li Bexdayê li avahîyên hikûmetê da


Leşkerê Amerîka dibêjît hêzên hevpeymanan endamekî pilebilind yê el-Qaîdê girtîye ku berguman e ji bo revandin u kuştina balyozê Misrê bo Îraqê li serê vê mehê.


Belavukeke li roja Pêncşembî dibêjît ew bergumanê terorê ku bi navê Ebu Seba tête nasîn li Şembîya bihorî li Ramadî hatîye girtin. Li dû gotina daxuyanê, şik jê tête birin ku Ebu Seba her wesa dest digel wan êrişên sernekeftî yên li dijî balyozên Pakîstan û Bahreynê hebû.

Komela el Qaîdeya Îraqê got wê Balyozê Misrê Ihab al-Şerîf li şeşî vê mehê kuşt.

Li alîyê dî du erişkerên xwekuj xwe li derveyî avahîyên hikûmetê yên bi parastina xurt li paytextê Îraqê peqandin û mirovekî ku ji rê ra derbas dibû kuşt û pênc mirovên dî jî birîndar kirin.

Leşkerê Amerîka dibêjît polîsên Iraqê teqe li erişkerê sêyem kir u ew girt piştî ku wî nikarî ku bombeyên pê girêdayî li niqteya parastinê ya li derveyî Devera Kesk pibeqînît.

Rayedar dibêjin li bakur, li nêzîkî bajêrê Kerkûkê, çekdaran teqe li otomobîlekê kirîye û sê polîs kuştîne û duyên dî jî birîndar kirîne.

Ew erişên Pêncşembî hatine kirin rojekê piştî êrişeke xwekuj li roja Çarşembî li rojava Bexdayê ku bi kêmî ve 27 mirov têda hatibûne kuştin û nêzîkî 50 kesên dî jî hatibûne birîndar kirin. Şahid û polîs dibêjin pirranîya ji kuştî û birîndaran zarok bûn û wan şekirok ji destê serbazên Amerîkî werdigirtin.



XS
SM
MD
LG