Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd û dijberîya Îranê radigihînin ku li bakura Îranê tundîtî li dijî Kurdan di qewimin


Raportên ji alî Kurd û dijberîya Îranê ji bakura Îranê radigihînin ku bi hezaran Kurd vê heftîye li hev kom bûne li bajêrê Îranî ya Mahabadê ku xwenîşandanê bikin li dijî kuştina çalakvanê Kurd ji alî hêzên ne leşkerî ve.

Ew raport li ser malperên Kurdî û dijberîya Îranê (Iran Focus) belav bûne. Dibêjin xwenîşandan ji nişkêva zêde bûne piştî ku alîgirên leşkerî roja Yekşemê gulle berdan çalakvan Şivanê Qedrî û ew birîndar kirin. Êrîşker peyra ew Kurdê li ber mirinê, ji pişta qamyonekê, kaş kirin li kolanan.

Ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka re ji çar çavkanîyan agahî hatine şandin ku dibêjin ew xwenîşandan û dijberîya Îranê hev girtine piştî roja Çarşemê Kurd xwepêşandan kirin bi egera şazdemîn salvegera kuştina rêberê Kurd yê sirgunê Abdurrahman Qasimlo li Vîyanayê.

Çavkanî dibêjin vê heftîyê li Mahabadê nêzî 60 an jî 70 xwenîşanderên Kurd hatine girtin û vê êvara Pêncşemê jî hêj ew xwenîşandan berdewam dikirin.

XS
SM
MD
LG