Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên hevpeymanan ji Efxenîstanê 24 mîlîtanên linav Pakîstanê kuştin


Hêzên parastinê yên Pakîstanê dibêjin wan termên 24 mîlîtanên bergûman vedîtîne piştî ku hezên bi rêberîya Amerîka ji alîyê tixûbî yê Efxenîstanê ve teqe li wan kirî.

Peyivdarê leşkerê Pakîstanê Ceneral Şewket Sultanî gote Dengê Amerîka ew êriş li herêma Lowara Mandî qewimî li gundekî li devera eşîran ya li bakûra Wezîrîstanê. Wî got hevpeymanan Pakîstan bi wê kiryara xwe agahdar kiribû û ew jî li jivanê wê bûn.

Ew deverên bi avrêşe yên eşîran li bakura rojavaya Pakîstanê li ser tuxubê dirêj û bêwec yê Efxenîstanê ne. Bi hezaran serbazên Pakîstanî li wê deverê digel mîlîtanan lêkdayne.

Efxenîstan her car bi car Pakîstanê lomebar diket û dibêjît ew li tundrêyên li alîyê xwe yê tixûbî nadet. Lê hikûmeta Islamabadê bi tundî wê gotinê înkar diket.

XS
SM
MD
LG