Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parastin li havîngehên Tirkan tund bûye li dû peqîyana li Kuşadasıyê


Polîsên Tirk parastina li havîngehên ber lêva Behra Ege xurttir lê kirîye piştî ku li peqandineke bombeyeke pênc mirov hatîn kuştin, ji wan gerîdeyên Îngilîz û Îrlandî.

Polîsan li roja yêkşembî dinêhrî otomobîl û erebeyên dî berî ku rê bidene wan ber bi wan havîngehên gerîdeyan li berava Ege ve. Her wesa şarezayên bombeyan xwe gihande lêkolîna li Kuşadası yê, cihê peqîyana mînîbusekê li roja şembî.

Karbidestan hêj çi berguman dîyar nekirîne ji bo wê êrişê, lê hate ragihandin ku Balyozê Brîtanyayê bo Tirkîyê (Peter Westmacott)î gotîye rayedar şikê ji Partîya Karkerên Kurdistanê ya neqanûnî diben.

Balyozê Ingilîz got PKK komeleke terorîst e. PKKê daxûyanek şand û têda berpirsîyarîya xwe înkar û mandel kir û got wê çi têkilî nînin bi komeleke dî ya Kurdan ya bi navê Şahînên Azadîya Kurdistanê ra.

Şahînên Azadîya Kurdistanê berpirsîyarîya peqandineke li seyrangeheke dî ya gerîdeyan li yêkşembîya bihorî wergirtibû. Li van 21 salan, nêzîkî 37,000 mirov hatîne kuştin ji ber şerrê sebaret pirsa Kurdî li Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG