Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yêkemîn tawana li dijî Seddamî hate ragihandin: Kuştinên Duceyil


Dadgeha taybetî ya Iraqê yêkemîn tawana li dijî serokê berê Seddam Huseynî ragihand ji bo yêk ji cirûmên li demê desthilata wî ya 24 salan.

Dadyarê serekî yê lêkolîner dibêjît dîktatorê roxandî hatîye tawanbar kirin bi kuştina bi 10an gundîyan li sala 1982yê li Duceyil. Rayedar îddîa diken ku ew gundî ji bo tolhildana bizaveke bi qesta kuştina Seddamî hatine kuştin.

Dadyarî gote peyamhinêran çêdibît ku ew di çend rojan da demê dadgeha Seddam Huseynî ragehînin. Wî got lêkolînên dî jî berdewam in û nêzîkî xilasbûnê ne.

Doza Duceyil wek dozeke sade û ne tevlihev dihête ḧesibandin li beranberî bûyerên dî yên jêrlêkolînê, dozên bi tawanên qirkirin an jenosîtê û cirûmên li dijî mirovanîyê.

XS
SM
MD
LG