Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidest dibêjin kuştina gerîdeyan li Tirkîyê karê êrişkereke xwekuj nebû


Karbidestekî Tirk dibêjît êrişa xwînrêj ya Şembî li havîngeheke li ber lêva Behra Ege karê êrişkereke xwekuj nebû.

Fermanderê wîlayeta Aydınê Mustafa Malayî li roja yêkşembî got bombe danabûne libin kursîyeke linav minibusa li havîngeha Kuşadası û an bi amîreke denjimêrê an jî ji dûr ve hatîye peqandin.

Pênc mirov hatibûne kuştin û bi kêmî ve 10 jî birîndar bibûn. Ji hingavtîyan hindek gerîdeyên Îngîlîz û Îrlandî bûn.

Paş wê êrişa şembî, polîsên Tirk parastina li havîngehên li ber lêva Beḧra Ege xurttir lê kirîye. Karbidestan hêj çi berguman dîyar nekirîne ji bo wê êrişê, lê li ser zarê Balyozê Brîtanyayê bo Tirkîyê Peter Westmacottî hate ragihandin ku karbidest şikê ji Partîya Karkerên Kurdistanê ya qedexekirî diben.

Balyozê Îngilîz got PKK komeleke terorîst e. PKKê daxûyanek şand û têda berpirsîyarîya xwe înkar û mandel kir û got wê çi têkilî nînin bi komeleke dî ya Kurdan ya bi navê Şahînên Azadîya Kurdistanê ra.

Şahînên Azadîya Kurdistanê berpirsîyarîya peqandineke li seyrangeheke dî ya gerîdeyan li yêkşembîya bihorî wergirtibû. Ji sala 1984ê û pê ve, nêzîkî 37,000 mirov hatîne kuştin ji ber şerrê sebaret pirsa Kurdî li Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG