Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Surya pêngavên micid navêje jibo rawestandina derbasbûna xerabkaran ji erdê wê


Îro Duşemê wezîrê Îraqê Beyan Cebr ew têbînî dan di demê hevpeyvînekê de digel acensa peyamên Associated Press li Turkîya rojekê berî wezîrên navxwe yên Îraqê û yên welatên hevtuxub kom bibin li Stenbol. Rêzdar Cebr dibêje çaverê naket ko Dîmeşq li wextekî nêzîk piştevanîya xerabkarên Îraqê tepeser biket.

Îro li Bexda karbidestan got çekdaran bi kêmî du polîs li devera dor û berê rojhelata paytextî kuştin. Weha tête çaverê kirin danana roja dadgehê ji bo serokê berê yê Îraqê Seddam Huseyn li wextek nêzîk bête kirin.

Piştî dadgeheke taybet ku hukumeta Îraqê danîye serokê ladayî tawanbar dike. Dadyarê serekî yê vekolînê got, roja Yekşemê yekemîn tawan dijî Seddam Huseynî ragehandin ku li sala 1982 ê bi dehan ji kesan hatin kuştin li gundê Duceyl ku li wêderê qesta kuştina wî kiribûn.

XS
SM
MD
LG