Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengdana Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî hate paşxistin


Dengdana cıvata giştî sebaret çend welatên serekî ku dixwazin bibin endamê Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî hate paşxistin heta dawîya vê mehê.

Çend welatên serekî ku dixwazin bibin endamê Civata tenahîya Neteweyên Yekgirtî dengdana civata giştî li ser wê pirsê hate paşxistin heta dawîya vê mehê.

Ev paşxistin ji ber jêknegirtin ji alî welatên endam li Neteweyên Yekgirtî li ser berfirehkirina civatê. Hindistan, Almanya, Brazîl û Japon hîvîdarin ji bo wergirtina kursîyên daîmî di civata tenahîyê de li paşerojê.

Dibêjin ew hêşta hêvîdarin ji bo gehêştina rêkeftinekê digel welatên Efrîqî, li ser herdu planên wanî cuda ji bo berfireh kirina civatê. Belê neha ew bizave bi sernekeft.

Gruba G-4 ango gruba çar welatan dibêjin ew hêvîdarin rêkeftinekê bi dest ve bînin digel 53 welatên yekîtîya Efrîqî.

XS
SM
MD
LG