Serokwezîrê Hindistanê Manmuhan Sîngh roja Sêşemê di civînekê de li Kongresa Amerîka peyivî.
Wisa çaverê tê kirin ku ewê daxwaza Hindistanê bo têklatîyên xurttir bi Welatên Yekgirtî re û alîkarîya wanî ji bo şerê dijî terorîzmê bîne zimên.
Birêz Sîngh ev axaftin kir, piştî ku serok Bush soz dabû ku ew dê piştgirîyê bidine pêşketina bernama enerjîya navokîya sîvîl ya Hindistanê û berdêla wê da ku Nû Delhî jî soz bide ku damezirandinên xweyî navokî yên sîvîl ji lêkolînên Neteweyên Yekgirî re veke.
Daxuyanîyeke bi hevre hate dan îro piştî axaftina di navbera serokên Hindistanê û Amerîka da. Birêz Bush got ew dê ji Kongresê bixwaze ku qanuna Amerîka biguherîne û dê zorê bidine welatên din ku hewl bidin li gorî qanûnên navnetewî destûrê bidine bazirganîya navokî bi Hindistanê re.
Guhaztineke bi vî awayî qedexe ye li gorî qanûna niha li Amerîka, ji ber ku Hindistan ne di nav wan welatan da ye ku peymana nehêlana çekên navokî mor kirine.