Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdaran rê li karmendên bingeheke Amerîka li Iraqê girt, 13 mirov kuştin


Polîsê Iraqê dibêjît komeke çekdaran li roja Sêşembî bi ser otobuseke karmendên bingeheke Amerîka li Baquba girtîye û bi kêmî ve 13 mirov kuştîne.

Polîs dibêjît êrişker bi du trimbêlan hatîne û rêya otobusê asê kirîye û dû ra teqe lê kirîye. Wan şofêr û neh karmendên di otobusê da kuştin. Wê otobusê li otomobîleke dî da û sê mirovên sîvîl yên têda mirin.

Li peqîyaneke li Kerkûkê du mirov hatine kuştin û pênç kes jî birîndar bûn.

Li êrişên li heftîya bihorî li seranserî Iraqê, nêzîkî 170 mirovan hatîne kuştin, ji wan 14 mirov li jimareke kiryarên li roja Duşembî.

Serokê Stûnên Hevpişk yên Leşkerê Amerîka Ceneral Richard Myersî li heman roj got ew pêla dawîn ya êrişan ne xebata darêştina Destnûrnameya Iraqê radiwestînît, ne jî hilbijartinên li dawîya îsal.

Serokê Iraqê Celal Talabanî li roja Sêşembî got ew desteya ku li ser wê Destûrnameya nû dixebitît pêşveçûneke baş diket û ew belgeya hene dê berî demê danayî yê li 15yî Tebaxê amade bît.

XS
SM
MD
LG