Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalê Tirk dibêje Welatên Yekgirtî fermana girtina rêberên serhildayên Kurd daye


General Îlker Başbuxê cîgirê serokê stunên hevpişk yê leşkerî roja Sêşemê li Ankara ji berpirsyarên dezgehên ragihandina Tirkî re got bi gotina wî Washington "Fermaneke yekser" daye ji bo girtina rêberên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)

General herwisa got heke hukumeta Îraqê bi kêrî wî karî nê, mafê Tirkîye heye ku ji tuxub derbas be û êrîşan bibe ser serhildayên Kurd li Îraqê.

Sedvanekî peyivdarê Pentagonê nexwest ku tu şîrove li ser daxuyanîya general Başbux bike lê belê wî ji peyamhinêran re got ku Welatên Yekgirîtî peyivdayî ye ji bo nehêle PKK ji Îraqê bibe bela serê Tirkîyê. Wî herwisa got her dema ku hêzên Welatên Yekgirtî li Îraqê leqayî terorîstan dibin yan ew digrin yan jî heps dikin.

Welatên Yekgirtî PKKê di nav lîsta rêxistinên terorîst de bi cîh dike.

Hukumeta Tirkîye li rojhelata başura wî welatî bi cudaxwazên Kurd re ji sala 1984an û virda ye şer dike û di wê tirsê de ye ku otonomîya li Îraqê dê bibe egera cudaxwazîyê di nav bera Kurdên li Tirkîye dijîn de.

XS
SM
MD
LG