Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku dîsa Destûrnama Îraqê bi paşvexin


Çend endamên Sunnî yên Komîta ji bo amade kirina Destûrnama Îraqê karê xwe ji bo demek kin rawestandine piştî ku roja Sêşemê du hevkarên wan hatin kuştin.

Endamên komîtê dibêjin ew nikarin bê parastineke qewîtir kar bikin.


Daxuyanîya wan wê hêvîya ku wek serokê Îraqê Celal Talabanî gotibû dê Destûrname berî 15ê Tebaxê bê amade kirin kêm dike .

Di vê navê de polîs dibêje îro roja Çarşemê, êrîşbirekî xwekuj xwe teqandîye bi ser wan kesan de ku navê xwe ji bo leşkerîya Îraqê didan nivîsandin. Di êrîşê de bi kêmî 10 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.


Her wisa li Misirê, kardarên pîşesazîyeke telefonên desta li Îraqê dibêjin dibe ku balyozê Misrê bo Îraqê hêj dijî. Îhab El Şerîf di destpêka vê mehê de hatibû revandin. Milîtanên ser bi Ebu Musab El Zerqawî gotibûn ku wan ew kuştîye lê belê hêj tu term nehatine dîtin.

Wezîrê derve yê Misrê Ahmed Ebul Geyt roja Sêşemê ji parlamanê re got, hêvîyeke kêm heye ku hêj ew nuner ne mirî be.

XS
SM
MD
LG