Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsan çend rawestekên trêna jêr erda Londonê vala kirin


Piştî teqînên li ser dezgehên çûn û hatinê û otobosekê, polîsên Brîtanî sê rawestekên trêna jêr erda Londonê û otobozekê vala kirin.


Bi ser teqînan de hêzên hewarçûnê şandine herêmê û li ser sê rîyên trênê, hatin û çûna trênan hatine sekinandin. Karbidest dibêjin yek kes brîndar bûye.

Ew valakirinên trênan di dema nîvro de çêbûn sererast du heftî piştî wan teqînên ku bûn egera mirina 56 kesan.

Serokê polîsên Londonê Ian Blair ji bo van kiryaran digot ku ew gelekî giran û grîng in lê belê wî got ew bombe ji bombeyên heftîya buhurî gelekî piçuktir in. Ji gelê xwe re dibêjin ku bêhna xwe fireh kin û got ew dê kom bibe bi serok wezîr Tony Blair re û bi hin endamên ji kabîneya komîteya ku dê çavedêrîyê bikin li ser wan bûyeran.

Birêz Blair hemû kombûnên piştî nîvro bettal kirin.

XS
SM
MD
LG