Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdaran li Bexdayê nunerê Cezayîrê revand


Polîsên Îraqê dibêjin li rojavayê Bexdayê nunerê Cezayîrê yê bilind û alîkarê wî hatine revandin.


Karbidest dibêjin îro (roja Pêncşemê) çekdar bi du otomobîlan hatine û herdû mirovan li derveyê xwaringeheke li El Mensur revandine.


Li rojavayê Bexdayê êrîş qewîmîbûn li dijî nunerên bilind ji sê welatên Misilman, ji Misir, Bahreyn û Pakistanê di destpêka vê mehê de.

Nunerê Misrê hatibû revandin û xirabkaran digotin ku wan ew kuştîye lê belê termê wî hêj nehatîye dîtin. Nunerê Bahreynê brîndar bibû û balyozê Pakîstanê jî bê zîyan ji êrîşê filitî bû.

Wekî din li cîyekî din xirabkaran bi kêmî duwazdeh kes kuştin îro (Pêncşem). Pênc ji wê hejmarê serbazên Îraqî bûn ku di êrîşeke bi otomobîleke bombebarkirî ya xwekuj hatin kuştin li başura Bexdayê. Leşkerê Amerîka radigihîne ku keştîvanekî Amerîkî jî heftîya buhurî di teqîneke de birîndar bibû û îro ji ber wê brînê miriye.

XS
SM
MD
LG