Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Londonê gulle berdan zilamekî li trêna jêr erda Londonê


Karbidestên Brîtanyayê dibêjin polîsan zilamekî li qonaxeke trêna jêr erda Londonê kuştine, rojek piştî bergumanan çar bombeyên piçuk danîbûn ser dezgehên çûn û hatinê.

Karbidestan agahîyek fireh nedane di derbarê kuştina îro (roja Înê) de lê ew bûyer li Stockwellê qewimîbû û qonaxa Stockwell ê, qonaxek durî cîyek ji wan teqînên roja Pêncşemê ye.

Hin raportên ji çapemenîya Brîtanyayê dibêjin ku ew kes berguman bûye bo êrîşeke xwekujî.

Di vê navê de rêwîyên li Londonê dagerîyan ser reveçûnên xweyî rojane, tevî lêgerîn û lêkolînên ku polîs berdewam dikin ji bo bergumanên êrîşên nîvroya roja Pêncşemê bibînin. Di wan êrîşên duhî de tu kes brîndar nebibû.

Karbidest dibêjin di lêkolînên xwe de wan delîlên gelek qewî dîtine li ser sê êrîşên di trêna jêr erd û di otobusekê de qewimîbûn du heftî piştî wan êrîşên bibûn egera kuştina 56 kesan.

Komeke bi navê Hêzên Ebu Hevz El Masrî li ser înternetê di malpereke Îslamî de berpirsyarîya wan êrîşên roja Pêncşemê li xwe danin. Ev koma ku dibêje ew ji alîyekî ve girêdayî El Qaîdê ne herwiha wan êrîşên 7ê meha Tîrmehê jî li xwe datînin. Karbidestan vê agahîyê pişterast nekirin e.

XS
SM
MD
LG