Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Brîtanyayê wêneyê bergumanê wan êrîşan belav kirin


Polîsên Brîtanyayê wêneyên bergumanên wan êrîşan belav kirin ku roja Pêncşemê çar bombeyên piçuk teqandibûn li ser dezgehên çûn û hatina bajêrî. Polîsan ji gel jî xwestin ku alîkarîyê bi wan re bikin da ku karibin ew berguman nasbikin.

Sê wêne îro (Înê) li Londonê di civîneke çapemenîyê de hatin nîşandan. Di wan wêneyan de berguman di çend qonaxên cuda cuda de xuya dibin. Wêneya çaremîn, bergumanî di otobusekê de nîşan dide.

Karbidest dibêjin teqîna bombeyên roja Pêncşêmê bi nîvcu maye û bombe ji teqîneyên li malê hatine amade kirin çêkirî bûne ku zêde zîyaneke giran nadine canê mirov.

Polîs dibêjin ew li Londonê her wisa li malan digerin ji qewlî wan ve di lêkolînekê bi lez û bez de.

Wan her wisa got ew gulle berdan û kuştina ku îro qewimî ji alî polîsên Londonê ve li qonaxa trêna jêr erd, perçeyek ji lêkolîna berdewam ya li dijî terorîsta ye.

XS
SM
MD
LG