Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li dû hêrişêt xwekujî li Bexda bi kêmî 6 kes hatine kuştin


Li dû hêrişêt xwekujî evro dûşembî li Bexda bi kêmî 6 kes hatine kuştin û 17 kesêt dî birîndar bûn.

Hêrişa yekê li derveyê Hotêlekê çêbî, ku kontrakterêt byanî têda akincî dibin. Polîsê ragehand ku di wê hêrişê da 5 kes hatine kuştin, ku zorîna wan nobetdarêt Hotêlê bûn.

Çend demjimêreka piştî hingî, hêrişberekê dî yê xwekujî otombîla xwe nizîkî bingehekê polîsê peytextî peqand ku bi kêmî yek kes kuşt.

XS
SM
MD
LG