Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîkî li Efxenîstanê dibêje şerekî dijwar li parêzgeha Uruzgan li başura wî welatî tê kirin


Leşkerê Amerîkî dibêje di wî şerî da 11 xirabkar hatine kuştin, herwisa serbazekî Amerîkî û yekî Efganî jî hatine kuştin. Herwisa leşker dibêje vî şerî îro destpêkir piştî komeleke milîtanan ku navbera 15 heta 30 kesan bûn êrîş kiriye ser hêzeka nobetdarên hevalbendan bi tivenga, RPG û topan.

Bi alîyek din ve karbidestên Efganî dibêjin 3 polîs birîndar bûn bi peqîna bombekê li Kabul a paytext.

Dîsa her evro li parêzgeha Xost li rojhelata Efxenîstanê bi peqîneke din melleyekî ser bi hukumetê hate birîndar kirin. Ew êrîş li ser wî hate kirin rojekî piştî ew mella li ser radyoyê dijî rejima berê ya Talîban axiftî.

XS
SM
MD
LG