Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê şandeka Japonî di kombûna bi Koreya Bakur re behsê pirsa revandina hevwelatîyêt Japonî kir


Koreya Bakur dibêjit berbengkirina çekên navokî li zergerava Kore divîya armanca serekîya danustendinêt şeş alî bit ku ev ro li Beijing destpêkirine.

Di wextê destpêka kombûnê da serokê şandeka Japonî behsê pirsa revandina hevwelatîyêt Japonî kird ji alîyê Koreya Bakur ve li salêt 1970 û 1980 hatibûne revandin. Her çende Koreya Bakur mandel û haşa diket.

Serokê şandeke Amerîkî Christopher Hill got Amerîka û Koreya Bakur ya welatekî xudan serdarî dizanît û Washington çi nîyaz nîne êrîş bikete ser wî welatê Stalînî.

Kombûna şeş alîya gera çarê bo hendîye da Pyongyang qayil bikin da dest ji bernama xo ya çekêt navokî berde.

XS
SM
MD
LG