Tirkîye dibêje ew dê vê rêkeftinê mor bike lê her wesa dê ragihandinekê jî belav bike û dibêjît ku mana mor kirina vê rêkeftinê ew nîne ku pênasînê bi hukumeta Qibrisîyên Yunanî biket.
Serokwezîrê Tirkîye Erdoxan ku îro li Londonê ye bo danûstandina digel serokwezîrê Brîtanî Tony Blair got, Enqere dê li demeke nîzîk vê protokolê mor bike.
Li du rêkeftinê dê têkelîyên gumrukê yên Tirkîye digel deh welatêt nû yêt endam di Yekîtîya Ewropî da berfirehtir bin ku yek ji wan endaman Qibris e.