Gemîya esmanî Discovery gihîşte binecihîyê û xwe bi bingeha esmanî ya navnetewî ve girêda rojekê piştî ku Navenda Kar û Barên Esmanî ya Amerîkî ango NASA yê firînên esmanî yên li paşerojê ragirtin.
Berî pêk ve girêdana herdû keştîyan li roja Pêncşembî Discoveryê xwe sermişîv kir da ku bingeha esmanî wêneyên binê wê bikêşît nemaze yên cîhê ku kerek jê vebûy li du bi rêkeftina gemîya Dîscovery ji erdî li roja Sêşembî.
Paş ku parçeyeke paçavtina tanka petrolê ya Discoveryê li demê rabûna wê jê ve qetîyayî NASA yê çûna keştîyên piştî wê bo esmanî rawestand.
Pirsgirêkeke wisa berî vê du sal û nîvan bibû sedemê parçebûna gemîya bi navê Columbia û mirina her heft esmangerên tê da.
Karbidestên NASA yê dibêjin Discovery ji wî parçeyê pekiyayî veresîyaye lê ew alozin ji şikestina parçeyeke dî li pêşîya gemîyê nêzîkî amîrên nişyanê.