Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşbirekî xwe bi ser navenda nav nivîsîna bo leşkerê Îraqê ve teqand


Karbidestên Îraqî dibêjin êrîşbirekî xwekuj nêzîkî tuxubê Surîye xwe teqandîye li navendeke nav nivîsîna bo leşkerê Îraqê.

Di vê êrîşê de bi kêmî 25 kes hatine kuştin û polîsan got di wê teqîna li bajêrê Rubeye de, bi dehan kes jî birîndar bûne ku ew bajar 10 km li durî rojhilata tuxubê Surî ye .

Ev bombe îro roja Înê teqîya bi çend demjimêr piştî ragihandina hêza Amerîkî ku dibêje wan Emmar Ebu Berra girtine. Emmar Ebu Berra rêberekî bilind yê koma terorîstî ya El Qaîde yê ye bo bajarê Musila ku 80 kîlometre li rojavayê Rubeye ye.

Heman demî de leşkerê Amerîkî dibêje hêzên Amerîkî û Îraqî deh xirabkar kuştine ji wan pênc bergumanên Surî li gundekî bakura rojavayê Bexdayê.

Ji alî din ve Seddam Huseyn roja Pêncşemê derket ber Dadgeha Taybetî ya Îraqê ku bersiva pirsên di derbarê tepeserkirina serhildana Şî’e yan ya sala 1991 bide.

Çaverê tê kirin ku roja dadgehkirina wî di demek nêz de bê dîyar kirin.

XS
SM
MD
LG