Destnivîsa strana “All You Need Is Love” (Ya Ku Mirovî Hewceyî Pê Heyî Evîn e), ya Koma Beattles)ê, li muzayedeyeke li Londone bo pêtir ji mîlyoneke dolaran hate firotin.
Endamê wê komê John Lennonî ew qaxeza ku gotinên wê stranê li ser hatîn nivîsîn li demê bernameyeke televîzyonê li sala 1967ê bikar înabû. Filmê wê bernamê nîşan didet ku ew qaxez ji destê John Lennonî dikevîte erdî piştî ku Beattles strana xwe temam diket.
Ew destnivîsa bilezûbez ya peyivên wê stranê yêk ji 12 pişkên mîratê John Lennonî bû ku li roja Pêncşembî hatine firotin.
Navê wî bikirrê ku pêtir ji mîlyonekê dolaran dayîn wê qaxeza stranê nabêjin, lê rêvebirên wê muzayedeya Londonê got ew kes Amerîkî ye û eve 25 sale mîratên koma Beattles berhev diket, paş kuştina stranbêjê wê John Lennonî li sala 1980yê li New Yorkê.