Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du serbaz li Tirkîye bi teqîna bombeyekê hatin kuştin


Karbidest li Tirkîyê dibêjin bi peqîyana bombeyekê li wîlayeta Hekkarî 2 serbazên Tirk hatîne kuştin û sivîlek jî birîndar bûye.

Alîkarê Walîyê Hekkarî Sezgîn Ûçuncu dibêjît ew bombe danabû linav otomobîleke linav bajêrê Hekkarî li ser tixûbê Iraq û Îranê.

Kesekî berpirsîyarîya wê peqîyanê wernegirtîye, lê serhildayên otonomîxwaz yên Kurd berî niha li wê deverê êrişên bi bombeyan kirîne.

Li wî şerî ji sala 1984ê were nêzîkî 37 hezar mirovan hatîne kuştin.
XS
SM
MD
LG