Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li başûra Bexdayê bi peqîyana bombeyekê pênç mirov hatîne kuştin


Polîsên Iraqê dibêjin li başûra Bexdayê bi peqîyana bombeyekê pênç mirov hatîne kuştin, 10 jî birîndar bûyne.

Rayedar dibêjin ew peqîyan li spêdeya Yêkşembî zû li niqteyeke polîsan li bajêrokê Haswayê, 50 kîlometrayan başûra paytextî, qewimî ye. Li dû gotina karbidestan, ew otomobîla bombebarkirî li rexê çepê yê rê rawestîyabû û hate peqandin gava ku polîs têra derbas dibûn.

Berî wê êrişê li kiryarên serhildayan li roja Şembî bi kêmî ve 7 mirov hatine kuştin, du ji wan kontraktorên Brîtanî.

Li alîyê dî ve Şêx Xelef el-Ilîyan ji bizaveke bi qesta kuştina wî veresîya ji destê êrişkerên bi cilûbergên leşkerê Iraqî. Karbidest dibêjin hindek kesan karmendeke Wezareta Karûbarên Saxlemîyê ji mala wê ya li Bexdayê revandîye.

XS
SM
MD
LG