Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Padişahê Erebîstana Suudî, yê heyştê û du salî Melik Fahd mir


Padişahê Erebîstana Suudî Fahd di temenê 82 salî da îro(Duşem) li Rîyadê mir. Ew ev çend sal in nexweş bû.

Dîwana Padişahî ya Saudîyan mirina Melik ji gel re dîyar kir û got ku Mîr Abdullahê birayê Fahd şuna wî girtîye. Ji xwe ji destpêka nexweşîya Melîk Fahdî li sala 1995ê were Mîr Ebdullah wî welatî bi rê ve dibe.

Dîwanê her wisa di daxuyanîyê de got ku Melik Abdullahî ji bo wezareta parastinê Paşmîr Sultan Îbn Ebdulezîz bijartîye.

Padişah li Rîyadê di nexweşxaneyekê de (ya bi navê Nexweşxaneya Melik Faysal a taybetî de) mir. Berî vê bi du mehan ew biribû wê nexweşxaneyê da ku egera nexweşîya wî bête kifş kirin.

Sekreterê giştî yê Komkara Ereban Amr Musa got ew dê li welatên Ereban sê rojan şînîyê deynin ji bo Melikê dawî yê 23 salan. Tevî nasnavên wî yên din yên padişahîyê, Melik Fahd nobetdarê cîhên pîroz yên li Mekke û Medîneyê bû.

Erebîstana Suudî di dinyayê de mezintirîn berhemdarê niftê ye. Karbidestên hukumetê dibêjin mirina melikî bandorê nade ser sîyaseta Suudîyê ya xweragirî di bazara niftê ya dinyayê de.

XS
SM
MD
LG