Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebîstana Suudî şînîya Padişah Fahd danaye


Serok û rêberên dinyayê ji bo behîya Melîk Fahdî îro (Sêşem) li Rîyadê kom bûne.

Fahdê bi demekî dirêj hikum li Erebîstana Suudî kiribû. Ew roja Duşemê berdestê sibê li nexweşxaneyekê mir. Dibêjin temenê wî 82 sal bû.

Karbidestên Suudî dibêjin ew dê paş limêjê termê wî di gorekî bê nîşan û sade de veşêrin. Birayê Fahdî dê li pêşîya behîdaran bikeve. Ji ber nexweşîya dil ya Fahdî, birayê wî Abdullah, ji sala 1995 vir da hikûmdarê welatî bû, û li roja Duşem bi resmî şuna wî bû padîşah..

Karbidest dibêjin li dû tîreya Wehabî ya şaneşînê, ew şîneke fermî li dar naxin û ala dewletê nizim nakin.

Çaverê tê kirin ku paşpadîşahê Brîtanyayê Charles û serokê Fransayê Jacques Chirac îro li Rîyadê xemgînîya xwe li hember mirina padişahî dîyar bikin. Welatên Yekgirtî jî desteyek fermî şandîye Rîyadê.


Rêza padişah Fahd dihate girtin ji ber ku ew xweyî derdiket li herêmên pîroz yên li Mekke û Medîneyê û gelek dozên Îslamê.

XS
SM
MD
LG