Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washingtona roja 08-05-05: Xwenîşandan li herêma Kurdan ya Îranê


Li bajêrên Kurdan yên Îranê rewş eve çend heftîye roj bi roj têk diçît. Kurd li dijî rêbazên hikûmeta Tehranê yên li himberî Kurdan xwenîşandanan diken û hêzên dewleta Îranê lê diden. Li dû peyaman, pêtir ji 20 kesan hatîne kuştin, bi dehan mirov birîndar bûyne, û Îranê bi sedan Kurd girtîne.

Rojnameya Guardian ya Britanyayê li ser zarê jêderên Kurdan li roja eynî radigehînît ku Îranê nêzîkî 100,000 serbazan şandîne herêmên Kurdan ji bo bersinggirtina wan xwenîşandanan.

Îranê heta niha bi fermî tiştek negotîye derbarê wan bûyeran da, ji bilî peyameke ajansa resmî ya Komara Îslamî, IRNA, ku "ew alozkarî destxetê komeke tundrê û cerdekaran in."

Ev bûyerên henê li heman demê du bûyerên dî yên girîng yên bi encamên navneteweyî hilkeftin:

Yêk: Mehmud Ehmedênejad dest bi serokatîya Îranê kir. Ew heta ku buyî serok, navê wî kêm hatibû bihîstin li derveyî Îranê, lê niha ji encamên hilbijartinên dawîn pêtir bi îddîayên li ser xebata wî ya berê ve tête nasîn.

Peyivdarê Qesra Spî li heftîya bihorî got Ehmedênejad linav wê komelê bû ya ku nexşeya wê kiryarê berî 26 salan danayî, kiryara zeftkirina balyozxaneya Amerîka li Tehranê û rehîngirtina nêzîkî 70 Amrîkîyên di wî avahî da bi 444 rojan. Washington lêkolînê didete kirin ka Mehmud Ehmedênejad bi xwe dinav wê kiryarê da bû, yan ne.

Li alîyê dî, Kurd dibêjin wî serokê nû hilbijartî yê Îranê dest digel kuştina Dr. Ebdirrehman Qasimlo, Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê, hebû li sala 1989ê li Vîyanaya paytextê Avusturyayê.

Du:Îran li civaka navneteweyî tûşî rexneyan e ji ber bernameya wê ya navokî ya berguman.

Li vî demî li bajêrên Kurdan li Îranê çi dibît? Ew xwenîşandanên li van sê heftîyan ji ber çi ne, ji bo çi ne? Bi hezaran Kurd li pêtir ji 10an bajêran daxwaza çi diken?

Rojeva bernameya ’’Hello Washington’’ ya li roja Eynî, 5ê meha 8, Tebaxê, ew bûyer in. Birêz Xisro Ebdillahî, Berpirsê Peywendîyên Derve yê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê, û Bihadîn Edeb, endamê berê yê parlamentoya Îranê, bersivên pirsîyarên hevkarên me Birusk Tuxan û Heyder Kerîm diden.

Heke tu dixwazî guhdarîya vê bernameyê bikey, kerem bike li jorê nivîsa dibêje " Li Bernama Hello Washington guhdarî bike " bitiqîne.

XS
SM
MD
LG