Danûstandinêt şeş-alî yêt pirograma navokîya Korya Bakor bi şêweyekê demkî hate ragirtin û we pilane danûstandin li dûmahîya vê mehê dest pê bikeneve.
Niwênerê Korya Bakor Kim Kye-gwan evro yekşembî got xalê cihê miştûmirê rêk pê nedana Emirîkaye da Pyongyang pirograma navokî bo mebestêt aştîyê dest pê biket.
Dîplomatên Çîn, Japon, Rusya, Emirîka, Korya Bakor û Başor bu demê sê heftîyan danûstandin ragirtin da gel hikometêt xwe basêt danûstandinê şirove biken.