Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana jêrîn ya Japonya belav bû ji bo hilbijartinên meha bê


Piştî têkçûna guhertinên qanunî ji bo posteyê li civata jorîn ya parlamana Japonê cıvata jêrîn ya Japonê li roja Duşem hate hilweşandin da ku rê ji hilbijartinên nû re vebe.

Serokwezîr Junichiro Koizumi ji endamên payebilind yên partîya xwe re, Partîya Demokratîk ya Lîberal, û ji hevalbendên xwe yên li hikumetê re got, ew hilbijartin dê di 11ê meha 9a de bêne kirin. Analîst dibêjin belku bi wê taktîkê Demokratên Lîberal bêne dorandin paş hukmê wan yê ji dawîya şerrê duwem yê cîhanê û pê ve.


Rêya biryara îro civata jorîn ya parlamanê vekir bi redkirina pêşnîyara Serokwezîrî ku dixwest sîstema posteyê nedewletî biket û bidete destê şîrketên taybetî. Bi 125 dengên dijî 108 dengan ev daxwaza guhertinê nehat qebul kirin. Ji dijberan 22 ji partîya Birêz Koizumî bûn. Karbidestên Partîya Demokratîk ya Lîberal dibêjin ew 22 endam di hilbijartina meha bê de nabin berbijar.


Eger serketibûya, wê guhartina qanûnî dê sîstema mezin ya postê dê dupişk bikira û xizmetên postê ji yên diravî veqetanda. Navenda postê ya Japonê banqeya serekî ya wî welatî ji vedigire ku sê trîlyon dolarên xelkî têda ne.

XS
SM
MD
LG