Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AHAN kombûnekê li Vîyena dike li ser bernameya navokî ya Îranê


Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî kombûnekê li Vîyena dike da li ser pirsa bernameya navokîya Îranî bi axivin. Desteya birêvebirina ajansê dê li ser pêşnivîsa biryarekê axivît ku huşdarîyê bidine Tehranê da dest bi zaxkirina Uranyumê neketeve ku çêdibît bo çêkirina kerestê sutina atomî bête bikarînan çi bo sazgehêt kehrebayî û çi bo çekan.

Roja Duşembî Îranê dest bi zaxkirina pilleke nizim ya uranyumê kireve li sazgeha Îsafahanê. Piştî pêşnîyazêt Ewropî qebul nekirin ku dixwest Îranê qayîl bikin da dest ji bernama xwe ya çêkirina kerestê sutina navokî berde.

Yekîtîya Ewropî bi piştevanîya Amerîka gefe kirîne ku dê pirsa bernameya navokî ya Îranî bibine pêş cıvata tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî ku renge tola liser Tehranê danît heke bizanît ku peymana belavnebûna navokî şikandîye.

XS
SM
MD
LG