Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran mor û qeflên NY yên li ser sazgeha navokî şikandin


Îran dibêje wan mor û qeflên Neteweyên Yegirtî yên li ser sazgeha zaxkirina uranyumê şikandine ji bo ku dest bi wan karên xwe yên li wê sazgeha li navenda Îranê bikin.

Îranê ew biryarê da roja Çarşemê dema birêvebirên Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî kombûna xwe ya li Vîyenayê ya li ser tevgerên Îranê bi paşvexist. IAEA (Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewyî) got dîplomat bi rîyeke ne fermî li hev civîyane da ku hevbîr bibin li ser bersiveke resmî.

Tehran di meha 11 de qayîl bibû ku zaxkirina uranyumê li sazgeha Îsfahan bo demekê rawestîne li dijî şikên Welatên Yekgirtî û Ewropîyan ku bawer dikirin Îran bi rîyeke veşartî dixwaze li wir kerestê sutinê çêke bo çekên navokî.

Yekîtîya Ewropî bi piştevanîya Amerîka gefe li Îranê kirine ku wê bibine ber Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî heke ew çêkirina kerestê sutina navokî bidomînin.

Heke pê hissîya ku Îran Peymana Belavnebûna Navokî dişkêne dibe ku Civata Tenahîyê tolê li ser Îranê deyne.

XS
SM
MD
LG