Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê milîtanê Misilman yê Brîtanî li du biryara dadgehê dê heta 8ê meha Îlonê rojan girtî be


Dadgeheke Brîtanî biryar da ku Misilmanê Brîtanî yê ku li Welatên Yekgirtî bi kiryarên terorîstî hatîye tawanbarkirin dê heta 8ê meha 9 girtî bimîne.

Ew biryara îro ji dadgeha Londonê derket sê roj piştî wê biryara dadgeha New Yorkê bû ku Harun Reşîd Eswad gunehbar kir bi danana kampeka hîn û fêrkirina terorîstan li wîlayeta rojavaya Amerîka li Oregon.

Polîsên Brîtanî hêj ew raport pişterast nekirine ku dibêjin berguman her wiha têkilî êrîşên 7ê meha Tîrmehê li Londonê bûye ku ew êrîş bibûn egera kuştina 56 kesan tevî çar êrîşkerên xwekuj.

Eswat meha buhurî li Zambîya yê hatibû girtin û roja Yekşemê jî ew teslîmî Brîtanyayê kirin.

Ji alîyekî din ve dadgeh biryar da ku 10 bergumanên din jî girtî bimînin heta dadgeh kom bibe bo dozên têkilî terorîzmê. Piranîya wan bergumanan tên gunehbarkirin ji ber ku ew cîyê wan bergumanên êrîşên 21ê Tîrmehê li Londonê nabêjin.

XS
SM
MD
LG