Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Iraqî pêşbînî diket destûr li roja yekşembî amade bît


Serokê Iraqî dibêjit komîteya dariştina destûrê nû yê welatî zorîna kêşêt xwe çare ser kirîne û wî we pêşbînî kir ku destûr roja yekşembî amade bît, rojek berî mûletê dûmahîyê bu nivîsîna destûrî.

Serok Celal Talebanî evro şembî gote peyamhinêran ku nûke danûstandin liser daxaza Şî’ane bu damezrandina herêmeka fîdralî li başora Iraqê û têkelîyêt nêvbera Islam û welatî.

Hinek ji endamêt komîteya destûre, ku ji 71 endaman pêk hatîye, dibêjin zorîna kêşa hatîne çare kirn, ji wan mesela beşkirna dahatêt neftê.

XS
SM
MD
LG